Li Minbicê şaneyeke ya girêdayî MÎT a dewleta tirk a dagirker ku ji bo komê çete yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibir, hate girtin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan şaneyek veşartî ya MÎT’ a Tirkiyê girt ku çek ji herêmên dagirkirî ji şaneyên terorîst ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dişand, girtine.
Meclisê têkildarî girtina şaneyê ev agahî da:
Yekîneyên Antî-Teror ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 19’ê Nîsana 2020’an li sînorê navbera bajarê Minbicê û herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk de şaneyek ku çek ji şaneyên girêdayî MÎT û çeteyên Ehrar El-Şerqiya re dişandin, girt.
Yekîneyên Antî-Teror piştî xebatên çavdêrî û şopandinê bi kemînekê endamên şaneyê ku 4 kes in girtin.
Di lêpirsînê de diyar bû ew çek ji aliyê wan ve dihatin amadekirin da ku ji şaneyên girêdayî MÎT’ê yên li Reqayê re bişînin.
3 Nîsanê jî Yekîneyên Antî- Teror çeteyekî ku hewl da xwe li bajêr Minbicê biteqîne, girtibû.