LI GIRKÊ LEGÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI BEŞDARBÛNA 130 KESÎ DEST PÊ KIR

Rêzeçalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya kongra star û PYD ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi Leyla Guven re didomin

Piştî navçeya Çil-axa îro li Girkê Legê konê greva birçîbûne hate vedan.

Kon bi silogana “Tecrîdê bişkînin faşîzmê têkbibin bi Rêber Apo re azad bijîn” hate vedan.

Çalakiya grevê bi daxuyaniyekê û beşdarbûna 130 kesî dest pê kir.

Kesên ku ketin grevê ji tevahî sazî û rêxistnên sivîl yên navçeyê ne.

Daxuyaniya despêkirina çalakiyê ji aliyê endama rêvebriya kongra star a kantona Qamişlo Şaha xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de çalakiya Leyla Guven hate silavkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku wê gelê kurd di nava berxwedanê de be da ku tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan bê şikandin.

Çalakiya grevê wê 2 rojan dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button