YNK’ê alîkariya tenduristiyê radestî nûnertiya Rêveberia Xweser kir

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) alîkariya ku ji derman û pêwîstiyên tendirûstiyê pêk dihat radestê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeyek ji endam û nûnerên YNK’ê îro serdana Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriyê ya li Başûrê Kurdistanê ya li bajarê Silêmanî kir.

Piştî şande hate pêşwazîkirin, civînek di navbera herdû aliyan de çêbû.

Di civînê de li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û metirsiya belavbûna vîrusê li Rojavayê Kurdistanê hate axaftin.

Piştî ku civîn bi dawî bû, têkildarê serdanê civînek çapemeniyê hate lidarxistin.

Berpirsê Peywendiyên Derve ya YNK’ê Soran Cemal Tahir diyar kir ku wan hertim alîkariya Rojavayê Kurdistanê kiriye û vê carê jî bi rêya Nûnertiya Rêveberiya Xweser wê alîkariya tendirûstî ji bo herêmê bişênin.

Piştre Hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser Nurşan Hisên, ji bo alîkariyê spasiya YNK’ê kir û wiha got,

Rojavayê Kurdistan ji ber rewşên siyasî di qonaxek zehmet de derbas dibe, bi serde ev vîrûs hatiye û derfetên rûbirûbûna virusê kêmin.

Ji bona wê hemû alîkariyên ku bi Rojava re werin kirin em gelek bi nirx dibînin

Back to top button