Li Başûrê Kurdistanê, dîsa ti rewşên Coronayê nehatin tomarkirin

Li Başûrê Kurdistanê di nava 24 saetên dawî de, dîsa ti rewşên Coronayê nehatin tomarkirin. Li Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê jî, her diçe, jimara nexweş û qurbanên Coronayê zêdetir dibe ku herî dawî 91 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên borî de, ti rewşên pêketina Coronayê nehatin tomarkirin.

Heta niha li seranserî Başûrê Kurdistanê, 337 kes bi vîrûsê ketine, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 280 jî rehet bûne.

Li Parêzgeha Duhok, Silêmanî, Hewlêr û navçeya Çemçemal û Derbendîxanê, pêketiyên Coronayê rehet bûne û ti nexweş li nexweşxaneyan nemane.

Vîrûsa Corona..Li Iraqê, 35 kes bi vîrûsê ketine, 34 jî rehet bûn

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî, li seranserî welêt û di nava 24 saetan de, 35 kes bi vîrûsê ketine û 34 kes jî jê rehet bûn.

Li gorî daneyên Wezaretê, bi giştî hezar 574 kes bi vîrûsê ketine, 82 kes mirine û hezar 43 jî baş bûne.

Vîrûsa Corona..Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 1294 kesên din bi vîrûsê ketin, 91 jî mirin

Li Rojhilatê Kurdistan û seranserî Îranê jî, di 24 saetên dawî de, hezar û 294 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û 91 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê, jimara pêketiyan gihîşt 83 hezar û 505 kesî. Her wiha jimara miriyan bû 5 hezar û 209 kes.

Back to top button