Vîrûsa Corona..Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara qurbanan bû 2140

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bîlançoya qurbanên vîrûsa Coronayê zêde dibe û di milê hejmara nexweşan de, Îran û Çîn derbas kir.. ku herî dawî zêdetirî 4 hezar kesên din bi vîrûsê ketin.

Li gorî rayedarên Tirkiyê, di 24 saetên dawî de, 123 kesên din jiyana xwe ji dest da û 4 hezar û 647 kes jî bi vîrûsê ketin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, heya niha hejmara kesên nexweş 90 hezar derbas kir û ya miriyan bû 2 hezar û 140 kes.

Serokê Odeya Bijîşkên Mêrsînê Mehmet Antmen jî diyar kir ku “jimara qurbanan hindik tê nîşandan û anî ziman “di 10 rojên bê de, wê jimara qurbanan li Tirkiyê zêdtir bibe.”

Erdogan: Wê ji 23 heya 26’ê nîsanê, qedexeya derketina derve pêk bê

Ji ber vê rewşa têkçûyî jî, Erdogan piştî civîna xwe ya bi Desteya Wezîran re, ragihand “wê ji 23 heya 26ê Nîsanê, qedexeya derketina derve pêk bê”.

Back to top button