YPG: LI EFRÎNÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de şervanên YPG’ê li navçeyên Cindirêsê û Bilbilê çalakî lidar xist.

Di encama çalakiyan de 4 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Navendê ev agahî dan;

7’ê Kanunê, şervanan li gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê çalakiyeke sabotajê li dijî siewareyeke leşkerî ya çeteyên Ehrar Şam lidar xist.

Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

8’ê Kanunê jî şervanan li navenda bajarê Efrînê li dijî siwariyeke çeteyên Ehrar Şerqiye çalakiyek sabotajê lidar xistin.

Di encama çalakiyê de hêjmarek ji çeteyan hatin kuştin.

Li ser rêya gundê Şêxurzê ya navçeya Bilbilê jî li dijî siwareyeke leşkerî ya çeteyên Sultan Murad çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.

Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button