Parastina asmanî ya hikumeta Şamê bersiva êrîşa Îsraîl da

Duh Artêşa Îsraîlî êrîşine asmanî li ser hinek nuqteyên leşkerî yên li gundewarê rojhilatî yê Homsê pêk anî. Pergala parastina hikumeta Şamê ya asmanî jî bersiva van êrîşan da.

Li gorî ajansa SANA ya hikumeta Şamê, mûşekên Îsraîlî nuqteyên hêzên Sûrî li El-Sixna û El-Amiriyê yên bejahiya Tedmirê kirin armanc.

SANAyê ragihand ku parastina asmanî karîbû wan bîne xwarê.

Meha aborî jî, pergala parastinê 8 mûşekên din ê Îsraîlê bê bandor kirin.

Carcaran, artêşa Îsraîlî êrîşan dibe ser nuqteyên Îranî yên li Sûriyê û 14’ê Çileyê jî, balafirgeha leşkerî ya El-Teyfûr li navenda welêt kiribû armanc.

Back to top button