Weke li Efrînê, dewleta Tirk a dagirker, guhertina demogarafiya Girê Spî û Serê Kaniyê jî didomîne û dîsa çete û malbatên wan derbasî Girê Spî kirin.
Duh jimarke mezin ji Cerablûsê derbasî Kaniya Xezala hatin kirin û ji wir jî derbasî Girê Spî bûn.
Di nava hefteya dawî de, dewleta Tirk bi hezaran kes ji Cerablûsê derbasî Girê Spî û Serê Kaniyê kirine.
Li Serê Kaniyê, 2 çete hatin kuştin
Ji roja ku Serê Kaniyê hatiye dagikerin jî, tevlihevî li wir serwer e.. ku duh dîsa şer û pevçûn di navbera çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê û Lîwa El-Mûatesim de derket.
Di encamê de, 2 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, sedema derketina şer, nelihevkirina çeteyan li ser parvekirin erd û pereyên şêniyan bû.