Waliyê bajarê Misûlê, serdana Şengalê kir

Waliyê Parêzgeha Mûsilê Nicim El-Cibûrî, serdana Şengalê kir û bi nûnerên saziyên Şengalê re civiya. El- Cibûrî diyar kir, “ew ê pirsgirêkên xizmetgûzariyê bi hevkariya saziyên Şengalê re, çareser bikin”.

Walî û kesên pê re, destpêkê serdana nexweşxaneya giştî kirin û piştre berê xwe dan navçeya Sinûnê û paşê li hev civiyan.

Di civînê de, ji walî re hat gotin ku “hikumeta Iraqê, ji bo Şengalê bi erka xwe ranebûye..”

Waliyê Mûsilê Nicim El-Cibûrî got:

“Tevî piraniya bajêr wêran bûye jî, gelê Şengalê careke din jiyan li bajarê xwe vegerandiye. Ev jî dibe cihê kêfxweşiyê.”

Walî bal kişand ser pirsgirêkên xizmetgûzariyê ku ew ê vê yekê bi hevkariya saziyên Şengalê re çareser bikin”.

Back to top button