Sibe Rûsya,Îran û Tirkiye civîneke sêalî li dar dixin

Ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê, sibe diyalogên sêalî yên Rûsya, Îran û Tirkiyê, bi forma Astanayê, dest pê dike. 

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, da zanîn ku “ev civîna sêalî li ser asta wezaretên derve û ji dûr ve wê were lidarxistin”.

Di Kanûna borî de, gera diyalogên Astanayê li dar ketibû, her wiha divbû gereke nû di Adarê de li Îranê li dar biketa, lê bi sedema belavbûna vîrûsa Coronayê, hat bipaşxistin.

Back to top button