HRW: Em piştgiriya insiyatîva MSD’ê dikin

 Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Human Rights Watch pêşwazî li însiyatîfa MSD’ê ya ji bo girtî û revandiyan kir û weke pêngaveke erênî girîng bi nav kir. Rêxistinê bang li hikûmet û rêxistinên navneteweyî yên eleqedar kir ku bi Komîteya MSD’ê alîkar bikin. Her wiha Rêxistinê bang li MSD’ê kir ku li gorî vê pêngava girîng be.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê 5`ê Nîsanê avakirina Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan li Sûriyê ragihand.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Human Rights Watch (HRW) îro bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe ji ber vê însiyatîfê diyar kir û weke pêngaveke erênî û girîng bi nav kir.

Rêxistinê daxwaz ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî û Koalîsyona Navdewletî kir ku destekê bidin vê Komîteyê da ku xebatên wCANOê biserbikev û rewşa kesên çeteyên DAIŞ’ê revandî were zelalkirin.

Rêxistinê bang li hikûmet û rêxistinên navneteweyî ku erka wan şopandina girtiyan e kir ku destekê bidin koma xebatê, derbasî hemû girtîgehên fermî û ne fermî yên di bin serweriya wan de bibin.

Human Rights Watch dest nîşan kir ku serkeftina komîteyê xwe dispêre têkiliyên wê yên di hundir û derve û divê di komîteyê de endamên ji hundir û derveyî herêmê hebin.

Di heman demê divê komîte berdevkekî erkdar bike û bi awayekî sîstematîk geşedanên dawî ên girêdayî xebat û pêşketinên xwe, ragihîne.

Cîgirê Rêveberiya beşa Rojhilata Navîn a HRW`ê Michael Page diyar kir ku ragihandina vê pêngavê wê destekê bide malbatên ku ev demeke dirêj e li hêviya çarenûsa xizmên xwe yên windayî ne û divê MSD’ê li gorî vê pêngava erênî be.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan piştî gelek kesên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin li herêmên ku niha di bin serweriya QSD`ê de ne, çarenûsa zêdetirî 8 hezar û 143 kesan wan ne diyar e.

Hêjayî bîr xistinê ye ku Komîteya MSD’ê ji ji malbatên girtiyan û kesên revandî, pisporên qanûnan û çalakgerên civaka sivîlan pêk tê.

Back to top button