1700 pakêtên alîkariyê li herêma Firatê hatin belavkirin

Bi ragihandina biryara nederketina derve re karên şêniyan rawestiya. Rêveberiya Xweser ji bo ku alîkariyê bi malbatên xizan re bike biryara belavkirin alîkariyê da.

Di vê çarçoveyê de Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê, dest bi belavkirina alîkariyê li ser malbatên xizan kir û heta niha hezar û 700 pakêtên alîkariyê li herêmê belav kirine.

Ji bo nederbasbûna vîrûsa Coronayê ji herêmên bakur û rojhilatê Sûrî re rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin.

Ji wan Rêveberiyê biryara nederketina derve ji 23’ê Adarê ve li seranserî herêmê ragihand.

Bi vê biryarê re karê xelkê bi temamî rawestiya û êdî ji bo wan jiyan pir zehmet bû.

Ji bo alîkariya bi malbatên xizan re jî Rêveberiya Xweser biryara belavkirin alîkariyê da.

Di vê çarçoveyê de Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê, dest bi belavkirina alîkariyê li ser malbatên xizan kir.

Desteyê heta niha hezar û 700 pakêt li herêmê belav kirine.

Pakêtên alîkariyê, ji madeyên xwarin û paqijiyê pêk tên.

Li gorî Desteyê, wê beşa yekemîn a alîkariyê ku ji 200 pakêtan pêk tê, li ser navçeya Şêran belav bike.

Li bajarokê Taşlûk, El-Remala û El-Qadiriyê yên Kobanê jî, 240 pakêtên xwarinê hatin belavkirin.

Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê da xuyakirin ku “ev alîkarî wê li ser malbatên xizan yên herêmê dewam bikin”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku alîkarî li Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik û Hesekê û navçeya Tirbespiyê jî hat belavkirin

Back to top button