Rêveberiya Xweser biryar qedexeya derketinê heta 1’ê Gulanê dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê ragihand ku qedexeya derketina derve heta 1’ê Gulanê, hatiye dirêjkirin.

Ji bo Vîrûsa Corona derbasî herêmê nebe, Rêveberiya Xweser biryara nederketina derve dirêj kir.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku wê biryara dernektina derve hata 1’ê Gulanê bidome.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ev biryar ji bo hin karan ne derbasdar e.

Li gorî vê,

1- Xwediyê dermanxaneyên, dikanên fêkî, şînkayî, goşt, şêranî, erebokên li ser riyan dikarin di vê rewşê de kar bikin.

2- Dikanên guherînên peran tenê rojên În û Sêşemê dikarin kar bikin.

3- Dikanên pîşeyî, kesên di avahiyan de kar dikin û alavên firotina avahiyan dikarin tev bigerin.

4- Tevgera birayên cotkaran û karkeran tê hêsankirin bi şerta ku jimara karkeran di erebeyekê de 10 kesan derbas neke.

5- Erebeyên bargirên xwarin, dermanên paqijiyê, şîrên zarokan û petrolê li hemû deveran dikarin kar bikin.

6- Xwediyên kar ên ku destur ji bo wan hatibû dayîn dikarin bixebitin lê pêwîste alavên xweparastinê bi kar bînîn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev cara duyemîne ku rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî biryara nederketina derve dirêj dike.

Back to top button