28 kesên din li Iraqê bi Coronayê ketin, 53 kes jî baş bûn

Li Iraqê di 24 saetên dawî de 28 rewşên nû yên bi vîrusa Coronayê hatiin tomarkirin û 53 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Coronayê daxuyanî da.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de hezar û 782 test hatine kirin.

Di encama van testan de derket holê ku 28 bi Coronayê ketine. Ji wan 15 kes li Bexdayê, 11 kes li Besrayê, 2 kes li Mûsenayê ne. Her wiha li Bexdayê nexweşekî vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.”

Her wiha 53 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Heya niha li Iraqê hezar û 602 bi vîrusa Coronayê ketine, ji wan 83 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 96 kes jî baş bûne.

Back to top button