ROJEVA HDP’Ê DI LIJNEYA GIŞTÎ DE TECRÎD E

Hevserokên Giştî yen HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî wê di rojeva Lijneya Giştî ya meclisê de çalakiya Leyla Guven û tecrîdkirina giran a li ser Rêber Ocalan bikin rojeva xwe.

Lijneya Giştî ya Meclîsê îro dest bi hevdîtinên Pêşnûmeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2018’an bikin.

Buldan û Temelî di rojeva Lijneya Giştî de wê tecrîdkirina giran a Rêber Ocalan bikin rojeva xwe.

Her wiha wê di lijneya gîştî ya meclîsê de bûdceya 2019’an bê nîqaşkirin.

Di Lijneya Giştî de ji bo butçeyê ji her partiyek sisayî wekîlek wê li ser navê partiyê tenê karibe 5 deqeyan axaftinê bike.

Tê payîn wê nîqaş li ser bûdceyê wê rojên şemî û yekşemê jî bê navber berdewam bike.

Nîqaşa lijneya gîştî ya meclisê wê 12 rojan heta 21’ê Kanûnê de bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button