Dewleta Tirk karwanek din a malbatên çeteyan derbasî Girê Spî kir

Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkeyên guhertina demografya herêmên ku dagirkirine de bi sedan malbatên çeteyan li Girê Spî bi cih kir.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku 150 erebe ji bajarê Cerablusê dihatin, derbasî bajarê Girê Spî ya hatî dagirkirin bûn.

Di wan erebeyan de zêdetirî 600 kes ji malbatên çeteyên Tirkiyê û xelkên Xûta, Humis û Idlibê hebûn.

Çavkaniyan ji bajarê Cerablusê eşkere kirin ku “Meclisa herêmî ” ya girêdayî dewleta Tirk qeydkirina navên malbatên çeteyan didomînin da ku wan li gorî beşan li bajarê Girê Spî bi cih bikin.

Di demekê de ku cîhan bi têkoşîna li dijî vîrûsê mijul e, dewleta Tirk ji vê rewşê sûdê digire da ku polîtîkeyên guhertina demografî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî pêk bîne.

7’ê Nîsanê jî dewleta Tirk 19 kerwanên malbatên çeteyan derbasî Serê Kaniyê û Girê Spî kirin.

Back to top button