Keça bi navê Rosêl Ehmed, ev demeke nexweş e û roj bi roj lê giran dibe.
Lê belê nayê zanîn ka nexweşiya Rosêl çi ye.
Li gorî tê dîtin, zikê wê dinepixe û sor dibe û Xidaba Xwîna wê jî dadikeve.
Keça ku bi eslê xwe ji Kobanê û li Tebqayê dimîne, ji dema temenê wê sal û du meh bûn, nîşaneyên vê nexweşiya nediyar li ser wê xuya bûn.
Rosîl 15 rojan di nexweşxaneyeke Qamişlo de dimîne û bêyî ti agahî li ser nexweşiya wê were zanîn, çû Kobnaê û paşê jî Minbicê.
Heta niha bijîşk tiştekî ji rewşa wê fêm nakin û hindek gumanên wan hene ku nexweşiyeke pîs bi Rosîl re hebe.