Li Lîbya di bombebaraneke çeteyan de, 11 sivîl hatin kuştin”

Li Lîbyayê, di bomebaraneke çeteyên dewleta Tirk li ser başûrê paytextê, 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da.. Artêşa Lîbî jî ragihand ku wan droneke Tirk li bakur-rojavayê welêt anî xwarê û vîdyoyek ku hebûna leşkerên Tirk li ser erdê belge dike, belav kir. 

Odeya Ragihandinê ya Operasyonên Ecdabiyayê ragihand ku “çeteyên dewleta Tirk, avahiyên sivîlan li devera Wadî el-Rebî’, Qesir Bin Xişêr û el-Sayih bi çekên giran topbaran kirin.

Di encamê de, 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nav de jin û zarok û jimarek jî birîndar bû..

Duşemê, Artêşa Lîbî 20 çeteyên dewleta Tirk kuştin

Li gorî şirovekarê leşkerî Ebdul Rehman el-Bûsifî, çete siyaseta erda şewitî li deverên ji bin destê wan derketî, dimeşînin, ku çi êl û dever piştevaniyê didin Artêşa Lîbî, wan dikin armanc.

Rêveberiya Perspektîva Manewî jî da zanîn ku “di operasyonên Duşemê li Eyn Zarayê de, 20 çete hatin kuştin û 3 panzerên Tirkî girtin”.

Artêşa Lîbî droneke Tirkî li Benî Welîd anî xwarê

Îro jî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand “wan droneke Tirkî ku hewl dida kamyonên pêjiyanî û petrolê li Benî Welîd li bakur-rojavayê Lîbyayê bike armanc, anî xwarê”.

Li gorî Odeya Ragihandina Şer, dronê bi vê hewldanê dixwest deverên li vê herêmê dorpêç bike.

Ji 4ê Nîsana 2019an ve, Artêşa Niştimanî operasyona bi navê Keramê bo rizgarkirina paytextê ji çeteyan, daye destpêkirin.

Jixwe tê zanîn, hikumeta Wîfaqê ku dewleta Tirk wê bi rê ve dibe, di şerê xwe yê li dijî Atêşa Lîbî de, tam xwe dispêre dronên Tirkî..

Mismarî vîdyoyeke leşkerên Tirk bi par ve kir

Artêşê duh teqez kir ku “leşkerên Tirk li ser erdê hene û piştevaniyeke yekser didin qadên şer û wan bi rê ve dibin”.

Berdevkê Artêşê Ehmed Mismarî, vîdyoyek li ser torên civakî bi par ve kir û dibêje ku “dengê leşkerên Tirk li gel Emazîxên bajarê Ziwarayê di vî dîmenî de tê bihîstin..”

Back to top button