Li Başûrê Kurdistanê ti rewşên Coronayê nehatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de ti rewşên Coronayê nehatin tomarkirin. Li tevahî Iraqê jî 28 kes bi vîrûsê ketin. Her wiha li Rojhilatê Kurdistan û seranserî Îranê jî, herî dawî 88 kesan jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên borî de, ti rewşên pêketina Coronayê nehatin tomarkirin.

Heta niha li giştî Başûrê Kurdistanê, 337 kes bi vîrûsê ketine, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 292 rehet bûne û 41 jî di bin kontrola bijîşkî de ne.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/wezareta-tenduristiye-di-24-saeten-dawi-de-kes-bi-koronaye-neketiye-40516

Li Iraqê, 28 kes bi Coronayê ketine û 53 jî rehet bûne

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî, li seranserî welêt, 28 kes bi vîrûsê ketin û 53 jê rehet bûne.

Heta niha li giştî Iraaqê, hezar û 602 kes bi vîrûsê ketine, 83 kesan jiyana xwe ji dest daye û 96 jî rehet bûne.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 88 kesên din jî jiyana xwe ji dest da

Li Rojhilatê Kurdistan û seranserî Îranê jî, berdevkê wezareta tenduristiyê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr ragihand ku hezar û 300 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û 88 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê, jimara pêketiyan gihîşt 84 hezar û 802’yan û ya miriyan jî bû 5 hezar û 297 kes.

Back to top button