KNK: Divê ragihandina Kurdî li gorî rastiya civakê, weşanê bike

Bi heman boneyê, KNK’ê bi daxuyaniyeke Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û diyar kir ku “divê hêzên dagirker dixwazin bi rêya ragihandinê şerê navxweyî derxînin û şerekî taybet dimeşînin, ji lew re, karê ragihandina Kurdî gelekî zehmet e û divê hemû xebatkarên ragihandina Kurdî di vê ferqê de bin û li gorê wê kar bikin.

Îro 122. salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.. ku yekem rojname bi navê Kurdistan 22’yê Nîsana 1989’an li Qahîreya Misirê dest pê kir.

Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi vê boneyê, daxuyaniyek da û got:

“Ji 22’ê Nîsana 1898’an û heya vê rojê, rojnamevaniya Kurdî mil bi mil xebat û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, meşandiye”.

KNK’ê, Rojnameya Kurdistan weke çurûskeke ronahiyê li dijî desthilatdariya Osmaniyan pênase kir.

KNK: Divê xebatkarên ragihandinê, di ferqa şerê taybet ê dagirkeran de bin

KNK’ê got:

“Ji ber dagirkeriya li ser Kurdistanê, ku hêzên dagirker dixwazin bi rêya ragihandinê di nav Kurdan de şerê navxweyî derxînin, şerekî taybet dimeşînin..

Ji lew re, karê ragihandina Kurdî gelekî zehmet e û divê hemû xebatkarên ragihandina Kurdî di vê ferqê de bin û li gorê wê kar bikin.

Rêveberiya Xweser û YRD’ê ev roj li hemû rojnamevanên Kurd pîroz kir

Duh jî, bi heman boneyê, Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser û Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokrat YRD’ê, ev roj li hemû rojnamevanên têkoşîna azadiyê, pîroz kir.

YPG: Wê kamereyên şehîdên rojnamevan vekirî bimînin

Navenda Ragihandina YPG’ê jî bi wesîleya rojê dîmenek weşand û kedkarên çapemeniyê yên Ragihandina YPG û YPJ’ê bi bîr anî.

YPG’ê diyar kir ku ew bûn şahidê dîrok û heqîqetê û ew ê di nava rûpelên dîrokê de navê Xerîban û Rûhendan û Arînan binivîsînin.

Kamerayên wan wê hertim vekirî bimînin û ji heqîqetê re bibe şahid.

Back to top button