Roja Rojnamegeriya Kurdî..122 sal ji têkoşîn û ragihandina rastiyê

Îro 22’ê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Berî 122 salan, sala 1898’an, yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan hat weşandin. Ji wê rojê û heta niha, zehmetî û astengiyên li pêşiya rojnamegeriya Kurdî bi dawî nebûn, lê li beramberî vê jî gelek destkeftî û pêşketinên berbiçav çêbûn. 

Berî 122 salan, ango sala 1898’an weke îro, Rojnameya Kurdistan ji aliyê Miqdad Mithad Bedîrxan ve li paytexta Misirê Qahîrayê hat derxistin.

Ji ber ev rojname ya yekemîn di dîroka çapemeniya Kurdî de bû, roja derketina wê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hat ragihandin.

Ji ber zext û zordariya desthilatan, ev gava dîrokî li derveyî Kurdistanê hat avêtin.

Rojnameya “Kurdistan” tevî hemû derfetên kêm û zextên wê demê, bi 31 hejmaran ji Rojnamegeriya Kurdî re bû bingeh.

Miqdat Midhat Bedîrxan, sedema derxistina Rojnameyê bi van gotinan şirove kir:

“Li cîhanê çi qas Misliman hebin, li gund û bajarên wan dibistan û rojname hene.

Kurd ji rojnameyan bêpar in. Bi qewata Xwedê ji niha û vir de 15 rojan carekê ez ê rojnameyekê binivîsim.

Min navê wê kire Kurdistan. Ez ê di vê rojnameyê de başbûna zanistî û agahdariyê binivîsim.

Heya niha ti kesî rojnameyekî wisa nenivîsandiye. Rojnameya min yekemîn e.”

Piştî Rojnameya Kurdistan, gelek Kovar û rojnameyên weke Jiyan, Hawar, Jîn, Ronahî, Gelawêj û gelekên din li ser rêka Kurdistan hatin weşandin.

Ji gavên herî mezin di dîroka rojnamegriya Kurdî de jî, weşangeriya Med TV hebû.

Med TV, sala 1995’an li Belçîkayê dest bi weşana Kurdî kir.

Sedema weşana wê li derveyî welat, mîna ya rojnameya Kurdistan, zext û zordariya dagirkerên Kurdistanê bû.

Zext û binpêkirinên di wê demê de bi dawî nebûn û heya roja îroj li ser rojnamegerî û rojnamevanên Kurd dewam dikin.

Mînaka berçav jî, Bakur Kurdistanê ye ku heta niha di vî alî de rastî zehmetiyan tê û weşanên Kurdî bênavber tên astengkirin û girtin.

Lê tevî vê jî, pêşketinên belî di çapemaniya Kurdî de çêbûn.

Ji wê demê heta niha, gelek gav di çapemeniya Kurdî de hatine avêtin, ku bi dehan ronjame, ajans, malper û televziyon bi zimanê Kurdî weşanê dikin.

Di vê rêyê de jî, rêya şopandina rastî û derxistina wê de, gelek kesan canê xwe feda kir û bûn şehîdên ragihandina rastiyê.

Back to top button