Li Efrînê çeteyan sivîlek ji gundê Me’îmila revand

Kirinên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xwaza û şêniyên Efrînê bê serûber dewam dikin û herî dawî çeteyan sivîlek ji gundê Me’îmila yê Mabata revand.

Malpera Çalakvanên Efrînê, ragihand ku çeteyan Mihemed Betal Ehmed ji gundê Me’îmila yê navçeya Mabata yê revand.

Çeteyan mala 2 kesên temenmezin talan kir

Malpera Post Afrîn jî diyar kir ku “çeteyên ‘Ehrar Elşerqiyê’ êrîşî mala 2 kesên temenmezin kiriye û wan ji mala wan a li taxa Mehmûdiyê derxistine û malbateke xwe li şûna wan bi cih kirine.

Çeteyan her wiha, jinek 60 salî ji mala wê ya li nêzî nexweşxaneya Cîhan qewitand.

Dagirkeriya Tirk şûnwarên Mabatayê dikolin

Li aliyek din, talankirina dîroka Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve jî dewam dike.

Li gorî Afrîn Post, çete devera kaniya Romanî û şkefta li nêzê gundê Habo yê navçeya Mabata, dikolin û talan dikin.

Her wiha devera kaniya Qestela Kêlê yê nêzî gundê Kêlê jî, tê kolandin.

Back to top button