Li Amarîka gel ji biryarên hikumetê bihêrsin

Li seranserê cihanê welatên herî xwe bihêz didîtin, li pêşberî vîrûsa Corona yek bi yek ji hev dikevin. Bêçaretiya vîrûsê bi xwere dayî avakirin, aloziyên heyî kurtir dike.

Li Amerîka gel ji ber kêmbûna rêveberiya welêt li gelek bajaran çalakî lidar xistin. Di çapemeniya cîhanê de tê gotin li welatên NY’yê yên pêşketî wê vîrûs rê li ber birçîbûna 265 milyon însan veke. Almanya jî dermanê ku dîtiye wê li ser 200 kesên xwebexş biceribîne.

Cihan li pêşberî vîrûsa biçûk dihate dîtin bêçare ye.

Li parzemînên Ewropa, Amarîkaya bakur û başûr aborî têk diçe û jiyan bi carekê de rawestiyaye.

Her çiqasî Serokê DYA Donald Trump daxuyaniyên başbûna rewşê dide jî lê rewşa derdikeve gel tengav kiriye.

Li gelek eyaletên Amarîka xwepêşandan li dijî rêveberên welat hatin lidarxistin.

Amerîkî li dijî polîtîkayên binketî yên deshilatê di nava xwepêşandanan de ne.

Bi sedan xwepêşandêrên ku dixwazin biryara qedexeya derve rabe, li bajarê Jefferson meşek lidar xistin.

Li bajarê Dallas yê eyaleta Teksasê jî ji ber dirêjkirina qedexeya derve û kêmbûna pêdiviyên parastina ji vîrûsê welatiyan xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandêran, bi pankartên “Ji bo girtinê, bigre” li ber avahiya rêveberiya bajêr kom bûn.

Ev der jî bajarê Raleigh yê Bakurê Carolina ye.

Li wir jî bi sedan xwepêşandêr li qadan bûn.

Li parzemîna başûrê Amarîka jî, herî zêde Berazilya ji vîrûsê bandor bûye.

Xebatkarên tenduristiyê bê navber bajar û navçeyên Río de Janeiro li dijî vîrûsê derman dikin.

Ji ber zêdebûna jimara qurbaniyan, li Ekvadorê jî maşîneyên mezin yên ji bo miriyan têne komkirin.

Cenazeyê van kesên mirî jî li kamyonên ji bo cenazeyan hatine amadekirin tên barkirin.

Li Arjantînê jî hikumet ku karî heta radeyekê vîrûsê kontrol bike dest bi veguhestina cihê kesên temenmezin kiriye.

Hikumeta welat, bi hemû hêza xwe hewil dide pêwistiyên van kesan jî bicih bîne.

“Dibe ku Corona xelayê bixwere bêne!”

Vîrûs di rojeva medya cîhanê de ye.

Rojnameya El Paîs a Spanyol diyar kir ku herî zêde welatên Îtalya û Spanya di bin bandora vîrûsê de mane û wê roja pêncşemê di zîrveya Konseya Wezîran a YE de were nîqaşkirin.

Rojnameya The Guardian jî hişyariya NY ya dê birçîbûnek mezin ango xelayê li pey xwe bîne kir rojeva xwe û li gorî rojnameyê diyar kiriye dê ji ber vîrûsê li welatên NY’yê yên li pêşketî vîrûs rê li ber birçîbûna 265 milyon kesî veke.

Hikumeta almanya ji bo derziya li dijî vîrûsê destur da

Li parzemîna Ewropa ku bûye dilgirtiyê vîrûsê, hewildanên peydakirina dermanê li dijî vîrûsê dewam dike.

Hikumeta Almanya destura bikaranîna derziya li dijî vîrûsê da.

Şirketa Alman BionTech wê li ser 200 kesên xwebexş derziyê bikar bêne.

Li moskova bêdengî serwere

Li paytexta Rûsiya Moskova jî bêdengiyek zêde hebû.

Pira ku tevger ji ber zêdebûna erebeyan dihat ber rawestandinê, niha ji erebeyan vale bû.

Back to top button