86 Kes ji navendên çavdêriya tenduristiyê hatin derxistin

Ji 90 kesên ku dibin çavdêriya Şaneya Aloziyê de bûn, li ser 86 kesan testa negatif an jî ne bivîrûsê ne, derket. Ji ber vê yekê jî Şaneya Aloziyê ev kes ji bin çavdêriyê derxistin. Endama Rêveberiya Tenduristiya ya Kantona Qamişlo da zanîn ku tenê li navendan 4 kes mane, wê hin testan ji wan re çêkin û piştre derxin.

Di meha Nîsanê de gelek kes bi riya balafirgeha Qamşlo derbasî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bûn.

Wek tedbîr ji bo nederbasbûna vîrûsa Coronayê ji herêmê re Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew kes xistin navendên çavdêriya tenduristiyê.

Piştî şopandina 14 rojan a xebatkarên tenduristiyê ji van kesan re, hat piştrastkirin ku vîrûs bi van kesan re nîne.

Îro Şaneya Aloziyê ji van 86 kes ji bin çavdêriyê derxistin.

Endama Rêveberiya Tenduristiya ya Kantona Qamişlo Rojîn Ehmed da zanîn ku tenê li navendên çavdêriya tenduristiyê 4 kes mane û wê hin testan ji wan re çêkin.

Rojîn Ehmed diyar kir ku piştî testê pêwist hatin kirin, wê rewşa van kesan were zelalkirin.

Li Hesekê 550 kartonên madeyên xwarinê li malbatên xizan hatin belavkirin

Li kêleka vê tedbîrê biryara ne derketina derve jî li seranserî herêmê dewam dike.

Doh carek din Rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî biryara nederketina derve heta 1’ê Gulanê dirêjkir.

Girtina piraniya dikanên bazirganiyê û rawestandina karên rojane, bandoreke neyînî li rewşa jiyanî ya hin malbatan kir.

Bazirganekî sûka sebzeyan a bajarê Hesekê weke însiyatîfek mirovî 550 kartonên madeyên xwarinê li malbatên xizan belav kirin.

Xwediyê vê însiyatîfê Zahir Hemo diyar kir ku ev însiyatîfa duyemîn e ku ji bo alîkariya malbatên xizan û koçberan pêk tê.

Zahir Hemo ji hemû bazirganan hêvî kir ku beşdarî van însiyatîfan bibin û alîkariya malbatên hewcedar bikin.

Back to top button