Dewleta Tirk 25 maşîneyên din derbasî Idlibê kir

Dewlet Tirk a dagirker jî karwaneke din a leşkerî ku 25 maşîneyên pêk dihat derbasî Idlibê kir.

dewleta Tirk zêdekirina hêza xwe ya li Idlibê didomîne.

Di vê çarçoveyê de jî çavdêriyê diyar kir ku dewleta Tirk 25 maşîneyên leşkerî yên din di deriyê sînor ê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kir.

Ji destpêka ragihandina agirbesta Putin-Erdogan ve dewleta Tirk 2 hezar û 775 maşîne û bi hezaran leşker derbasî herêmê kirin.

Bi vê yekê re jî heta niha jimara giştî ya maşîneyên ku gihaştine herêma “Kêmşer” a ji 2’ê Sibatê ve gihaşt zêdetirî 6 hezar û 180 maşîneyan.

Her wiha jimara leşkerên Tirk ku li Idlib û Helebê belav bûne jî tê gotin 30 hezar derbas kiriye.

Back to top button