Partiyên Kerkûkê: Bila hêzên li Zînî Wertê vekşin û şer rû nede

14 partiyên Kerkûkê xwestin hêzên li Zînî Wertê vekişin û rê li ber şerê birakujiyê bigrin. Desteya Rûspiyan a bakur û rojhilatê Sûrî, Yekîtiya Hunermendên herêma Cizîrê, Zanîngehên Rojava û Kongra Star a herêma Firatê jî bi daxuyaniyên cuda, bang li hemû aliyên Kurdî kir ku aloziya li Zînî Wertê bi diyalogê çareser bikin.

Partiya Demokrata Kurdistanê jî di nav de 14 partî û aliyên siyasî yên Kurkûkê daxwaz kirin ku hêzên li Zînî Wertê hatine bi cih kirin vekişin û xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin.

Ev daxwaz jî şevê din di civîneke li ser asta peywendiyan bi riya zindî ya înternetê hat kirin.

Desteya Rûspiyan: Bi diyalogan rewşa Zînî Wertê çareser bikin

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê rewşa li Zînî Wertê de daxuyaniyek da.

Desteyê diyar kir ku rewşa li Zînî Wertê li cem wan metirsiyê çêdike û wê ev kombûn bandoreke neyînî li destkeftiyên Kurdan bike.

Rûspiyan bîr xist ku ev rewş tenê dikeve xizmeta dagirkeriya dewleta Tirk û rê dide ku careke din desthilatdariya Osmanî dubar bibe.

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li aliyan kir ku bi diyalogan van nakokiyan çareser bikin.

Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Kesên agirê birakujiyê pêxin nayên efûkirin

Derbarê heman mijarê de Rewşenbîrên herêma Cizîrê daxuyaniyek da û diyar kir ku ne gel û ne jî dîrok wê kesên agirê birakujiyê pêdixe efû neke.

Kongra Star a herêma Firatê êrîşên Tirkiyê şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê jî diyar kir ku bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê hevkariya wê bi dagirkeriya dewleta Tirk re nîşan dide.

Kongra Star rola sereke ya PKK’ê di rizgarkirina Şengal û şerê Kerkûkê de bîr xist.

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê bang li hêzên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan kir ku bi erka rabin û êrîşên Tirkiyê liser Kurdistanê biseknînin.

Zanîngehên Rojava: Armanc destkeftiyên gelê Kurd e

Zanîngehên Rojava û Kobanê jî daxuyaniyek dan û diyar kirin hedefa êrîşa Tirk ne tenê gerîla ye, hedef hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd e.

Zanîngehên Rojava ji hemû aliyan xwestin ku neyên lîstika deweleta Tirk, hesas û xwedî helwest bin.

Back to top button