Corona..Li Başûrê Kurdistanê ti rewş nehat Tomarkirin

Ev 4 roj in, ti rewşên vîrûsa Coronayê li Başûrê Kurdistanê nayên tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Coronayê daxuyanî da.

Wezaretê ragihandin ku li başûrê Kurdistanê di 24 saetên dawî de hezar û 112 test hatine kirin û di wan de testan ti diyardeyeke pozîtîf nehatiye dîtin.

Her wiha li gor daneyan li nexweşxaneyên başûr tenê 29 nexweşên vîrusa Coronayê mane.

Heta niha li giştî Başûrê Kurdistanê, 337 kes bi vîrûsê ketine, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 292 rehet bûne û 41 jî di bin kontrola bijîşkî de ne.

Back to top button