PDK û YNK wê ji bo aloziya Zînî Wertê bicivin

Ji bo niqaşkirina aloziya li Zînî Wertê wê Polîtburoyên YNK û PDK’ê li Hewlêrê bicivin.

Biryar bû PDK û YNK îro li ser rewşa Zînî Wertê li Hewlêrê civiyabûna, lê paşê hat ragihandin ku civîn hatiye taloqkirin.

Çavkaniyekî ni nava rêveberên YNK’ê ji ajansa Rojnewsêre diyar kir ku dê sibe li Hewlêrê polîtburoyên YNK û PDK’ê kom bibin.

Têkildarî taloqkirina civîna dihat payîn îro pêk were jî heman çavakaniyê ev agahî da.

“Sedema taloqkirina civînê pirsgirêka teknîkî bû û şandeya PDK’ê amade nebû.

Back to top button