Li Başûrê Kurdistanê, 5 roj in ti rewşên nû nehatin tomarkirin

Ev 5 roj in, dîsa li Başûrê Kurdistanê ti rewşên vîrûsa Coronayê nehatin tomarkirin. Ji bo parastina sînorê herêmê weke tedbîrên li dijî Coronayê jî, Waliyê Silêmaniyê spasiya PKK’ê kir. Li Rojhilatê Kurdistan û seranserî Îranê jî, jimara qurban û nexweşên Coronayê zêdetir dibe. 

Başûrê Kurdistanê 5 rojên bê Corona derbas kir.. ku dîsa di nava 24 saetên borî de, ti rewşên pêketina vîrûsê nehatin tomarkirin.

Heta niha li giştî Başûrê Kurdistanê, 337 kes bi vîrûsê ketine, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 304 rehet bûne û di nexweşxaneyên Herêmê tenê 29 nexweşên vîrusa Coronayê mane.

Waliyê Silêmaniyê ji bo alîkariya li dijî Corona, spasiya PKK’ê kir

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji bo alîkariya têkildarî tedbîrên li hember vîrûsa Coronayê spasiya PKK’ê kir.

Heval Ebûbekir di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got:

“Me ji bo parastina sînorê Başûrê Kurdistanê alîkarî ji PKK’ê xwest û wê jî bersivek erênî da me.

Gerîlayan, rê nedan kesên ku hewl didan bi qaçaxî ji Îranê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Sînorên ku gerîla lêbûn, ti rewşeke hatina bi qaçaxî lê çênebû”.

Li Iraqê, 29 kesên din bi Coronayê ketin

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî, li seranserî welêt, di saetên dawî de, 29 kesên din bi vîrûsê ketin û 50 jî baş bûne.

Heta niha li giştî Iraqê, hezar û 631 kes nexweş in û 83 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, heya niha 5391 kes mirine

Li Rojhilatê Kurdistan û giştî Îranê jî, jimara pêketiyan gihaşt 85 hezar û 996 kesî û ya miriyan jî bû 5 hezar 391.

Back to top button