Tevgera Goran: Divê aliyên siyasî ji bo çareserkirina aloziyê, di nava danûstandinan de bin

Li herêma Zînî Wertê, aloziya ku derketiye, hîn jî didome. Der barê wê de, hêz û aliyên siyasî nerazîbûnên xwe jî nîşan didin. Endam, çavdêrên siyasî, çalakvan û tevahî welatiyên Başûrê Kurdistanê bang li PDK’ê dikin ku ji herêmê vekişin, da ku rê li pêşiya şerê birakujiyê venebe û bi rêya diyalog û danûstandinê, vê pirsgirêkê çareser bikin. 

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Aras Welî der barê aloziya Zînî Wertê de, diyar kir ku “ji bo aramkirina aloziyê û dilê dijminan bi vê rewşê xweş nebe, li ser asta hikumet, parlamen û serokatiya Başûrê Kurdistanê, di nava guftugoyan de ne”.

Welî her wiha da xuyakirin ku, “eger li Zînî Wertê şerekî navxweyî rû bide, ew ê wêneyeke nexweş nîşanî cîhan û dostên xwe bidin.”

Cîgirê serokê Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê Kerîm Behrî jî da zanîn ku “sedema aloziya Zînî Wertê, şaştêgihîştina aliyan e” û got:

“Divê aliyên siyasî rê nede dijminên gelê Kurd û ketina nav xaka Başûrê Kurdistanê ji wan re rewa nekin.”

Çavdêrê siyasî Mihemed Hesen: Divê aliyên Kurdî gel ji Coronayê biparêzin, ne aloziyan biafirînin

Li aliyekî din, çavdêrê siyasî yê Bajarê Silêmaniyê Mihemed Hesen der barê heman mijarê de ev tişt anî zimên:

“Niha gel li her çar parçeyên Kurdistanê, bi metirsiya vîrûsa Coronayê re rû bi rû ne, lewre divê aliyên Kurdî berê xwe bidin xelkê, ne pirsgirêk û aloziyan biafirînin.”

Çalakvanê Civaka sivîl Nîzar Mihemed: PKK’ê ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd û azadkirina kurdistanê têdikoşe

Têkildarî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya dawî ku gotibû, “PKK hêzeke ne rewa ye û divê ji Başûrê Kurdistanê derkeve”.. çalakvanê Civaka Sivîl Nîzar Mihemed wiha got:

“PKK’ê ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd û rizgarkirina Kurdistanê têdikoşe, ev nirxandina Nêçîrvan Barzanî ne di cih de ye”.

Şêniyên herêma Raperîn û dayîkên Başûrê Kurdistanê jî bang li PDK’ê kir ku “hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişîne, da ku rê li pêşiya şerê birakujiyê were girtin”.

Back to top button