CHP’ê ji bo betalkirina qanûnê, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da

Ji bo betalkirina qanûna înfazê ya hikumeta AKP’ê, CHP’ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

Berî çend rojan û ji bo betalkirina qanûna înfazê ku girtiyên siyasî derveyî wê hatin hiştin, CHP’ê ragihandibû ku wê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide.

Duh Parlamenterê CHP’ê Alî Mahîr Başarir ji bo betlakirina qanûnê di warê rê û rêzikê de serdan kir.

Li girtîgehan tedbîrên pêwîst nayên girtin

Rewşa girtiyan jî di vê dema zehmet de balê dikişîne, nexasim hikumet di aliyê girtiyan de bi taybet, xemsar e.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisac têkildarî rewşa dawî ya li girtîgehan axivî û diyar kir ku “devpoşk û madeyên paqijiyê kêm in û bi pereyan difiroşin”.

Back to top button