Li paytexta Lîbya Terablusê, çeteyekî dewleta Tirk ku berê çeteyekî DAIŞ’ê bû, hat girtin.
Berdevkê Artêşa Lîbî Ehmed El-Mismarî duh ragihand ku “çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ku berê di nav DAIŞ’ê de çetetî dikir, hat girtin”.
El-Mismarî da xuyakirin ku “çeteyê bi navê Mihemed Mihemed El-Sedyid ê ku bi navê Mihemed El-Senbextî û Ebû Xalid Mûnîr dihat naskirin, ji Misirê ye.
Li gorî Berdevê artêşa Lîbî, ev çete beşdarî teqandina dêrên Misirê bûbû û niha 2 birayên wî jî bi tawanbariya terorê li Misirê girtî ne.