Dewleta Tirk bangên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer binpê dike

Hevseroka Desteya Rêveber a Civaka Sivîl a Minbicê Nezîfa Xelo, derbarê kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmê û xeteriya Vîrûsa Koronayê axivî, Nezîfa diyar kir ku dewleta tirk hemû bang û hevpeymanên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer di rewşa vîrûsa koronayê de binpê dike û ji bo berjewendiyên xwe kiryarên dijmirovahî derheqê gelê herêmê de dide meşandin.

Di demekê de ku tevahî dewletên cîhanê di nava kirîza belavbûna Vîrûsa Koronayê de ne, dewleta tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Bi vê yekê dewleta tirk hemû hevpeyman û bangên navnateweyî yên ji bo rawestandina şer derbas dike û pêk nayine.

Heta niha gelek dever tên toparankirin, ev yek metirsiyê li ser jiyana gelek mirovan dide çêkirin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Rêveber a Civaka Sivîl li Minbicê Nezîfa Xelo, nêrîna xwe anî ziman.

Nezîfa destpêkê bal kişand ser bangên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer û got:

Li bajarên dagirkirî weke Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk guhertinên demografîk çêdike, gelê herêmê koç dike û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dike.

Ev yek dihêlê ku Vîrûsa Koronayê bi lez belav bibe, divê rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî rê li ber kiryarên dewleta tirk bigire.

‘Dewleta Tirk bi rêbazên cuda yên ku vîna gel hedef digire, êrîş dike’

Nezîfa diyar kir ku dewleta Tirk gelek kiryarên dij-mirovî di derheqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne û weha domand:

Dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe kiryarên xwe li ser herêmên me didomîne.

Heya niha tu helwesteke navneteweyî ji bo kiryarên Tirkiyê derneketiye pêş û gelê herêmê bi hovîtiya dewleta Tirk re rû bi rû hiştiye.

Nezîfa Xelo dawiyê destnîşan kir ku li hember van kiryaran dîsa berxwedana gelê me li pêş e, em niha di navbera şerê dewleta tirk û nexweşiya Vîrûsa Koronayê de ne, divê dewleta tirk kiriyarên xwe li ser hêrêmên me bide rawestandin.

Back to top button