Kampanya malbatên ‘Xwîşk û Bira’ ya HDP’ê alîkarî li 493 malbatan belav kir

Xebatên di çarçoveya kampanya ‘malbatên xwîşk û bira’ dewam dike.
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag diyar kir ku heta niha wan xwe gihandiye 4 hezar malbatan.
Her wiha Sabûha Akdag got:
Li gel xebatên kampanyê, li dijî tundiya li ser jinê Maseya alozyê hatiye ava kirin.

Ji bo piştevaniya bi gel re di dema belavbûna Vîrûsa Coronayê de, Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê dest bi “Kampanya Malbatên Xwişk û Bira” kir.

Xebatên kampanyayê li her bajarê bakurê Kurdistanê dewam dike.

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyê de heta niha xwe gihandine 4 hezar malbatan.

Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag têkildarî kampayê de axivî.

Sabûha Akdag, da zanîn ku rêxistina wan a bajêr û navçeyan, endamên partiyê û komîsyonên taxan, malbatên ku pêwîstî bi alîkariyê heye diyar dikin.

Hevseroka HDP’ê, ragihand ku wan heta niha 4 hezar malbat diyar kirine.

Nezî 493 malbatan re alîkarî hat dayîn û bi 356 malbatên din re jî danûsatandin tê kirin.

Beriya kampanî dest pê bike jî, Şaredariya Silopiyê madeyên paqijiyê û zad li ser 720 malbatan belav kirin.

Li Dijî tundiya li ser jinê Maseya alozyê hat ava kirin

Sabûha Akdag balkişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û destnîşan kir ku li dijî vê, Maseya alozyê ya Jinê hat ava kirin û got:

Armanca me ew e ku jinên bi tundiyê re rûbirû tên bi riya ‘Xeta Tundiyê’ zûtir xwe bighînin me.

Hevseroka HDP’ê Sabûha Akdag teqez kir ku kampanya wan dewam dike û bang li jinan kir ku dengê xwe bigihînin hev û xwe bigihînin maseya alozyê.

Back to top button