Bila rê li pêşiya şerê birakujiyê venebe

Li herêma Zînî Wertê, aloziya ku derketiye, hîn jî didome. Derbarê wê de, gelek nerazîbûn tên nîşandan. Dayîkên ji başûrê Kurdistan bang li PDK’ê kirin ku ji herêmê vekişin, da ku rê li pêşiya şerê birakujiyê venebe. Dayîkan gotin: Pêwîste hêzên başûr destûr nedin dewleta Tirk xaka Başûr dagir bike.

Dayîkên ji Başûrê Kurdistanê têkildarê bombebarana dewleta Tirk a li xaka Başûrê Kurdistanê, alozya Zînî Wertê û metirsiya derketina şerê birakujî nirxadin kirin.

Dayîka bi navê Mîna Ehmed diyar kir ku mixabin li dijî êrîş û dagirkeriya xaka başûrê Kurdistanê, aliyê siyasî ne-xwedî helwesteke yekgirtî ne.

Dayîka Mîna Ehmed ji bo serkeftin û aşitiya li her 4 beşên Kurdistanê, bang li hêzên Kurdî kir ku bibin yek.

Zuhre Kerîm jî da zanîn ku Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Hewlêr, Kerkûk, Şengal û cihên din dagir bike. Ger gerîla ne li çiyayên Kurdistanê bûya, wê çeteyên DAIŞ’ê çiya jî bigirtiba.

Zuhre Kerîm got: Bila şerê birakujî çênebe û xwîna ti Kurdekî neyê rijandin.

Bêrîvan Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi planên xwe derbekê li gerîla û gelê Kurd bixe.

Bêrîvan Mihemed bang li aliyên siyasî yên Kurd kir ku rê-nedin dewleta Tirk ku çiyayên Başûrê Kurdistanê bombebaran bike û şerê birakujiyê der-nekeve.

Back to top button