GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI GELEK BAJARÊN EWROPAYÊ DIDOME

Li Ewropa jî li gelek bajaran çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin û li hinek bajaran jî çalakî destpê dikin.

Kurdistaniyên li Almanya, Awûstûrya û Fransayê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re çalakiyên greva birçîbûn didomînin.

Kurdistaniyên li Almanyayê, Awûstûryayê û Fransayê ji bo şkandina tecrîda li Îmraliyê û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê didomînin.

Greva birçîbûnê ya li Berlînê di roja 5’an de ye.

Di çarçoveya kampanyayê de li paytexta Almanya Berlînê semînerek hate lidarxistin.

Semîner li komeleya NAV-DEM’ê pêk hat û tevî çalakgeran gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Grev birçîbûnê ya li bajarê Nurnberg ê Almanyayê jî bi komeke nû dewam dike.

Gelek Kurdistanî serdana çalakgeran dikin.

Çalakgerên greva birçîbûnê teqez kirin ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Greva birçîbûnê ya 3 rojan a li bajarê Munchen ê Almanyayê doh êvarê qediya.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Toronto yê Kanadayê beriya du rojan dest pê kiribû doh êvarî qediya.

Çalakî bi giranî bi beşdariya jinan pêk hat.

Ji beşdarên grevê Olcay Aydogdû diyar kir ku ji bo dengê Leyla Guven bigihînin raya giştî ya cîhanê ew tevlî greva birçîbûnê bûne.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî doh qediya.

Rêxistinên Ciwanan ên Grazê serdana çalakgeran kirin û piştgirî dan wan.

Li paytexta Fransa Parîsê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) têkildarî tecrîdê panêlek hat lidarxistin.

Parezerê Rêber Ocalan Mazlûm Dînç û Endamê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Şukran Sîncar li panêlê axivîn.

51 çalakgerên ku ji roja Înê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) di greva birçîbûnê de ne, Endama Konseya Netewî ya Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Fabîenne Lefevbre û Seroka Kurdistan-France Sylvîe Jan beşdarî panelê bûn.

Kesên axivîn diyar kirin ku tecrîd ne tenê li ser rêber Ocalan, lê armanca wê hemû gelê Kurd e.

Lewra ji bo ku rêber Ocalan were berdan û PKK’ê ji lîsteya terore derkeve, emê bi hemû hêza xwe têbikoşin.

Leave a Reply

Back to top button