Amarîka û Îran careke li tengava Hurmuzê amadekariyên şer dikin

Li bendava Hurmizê careke din av germ dibe. Dinava gefxwarinên Serokê DYA û Îranê de, şer careke din li ber derî ye. Piştî gefên Trump yên êrîşek li dijî Îranê, ji wî welatî jî heman bersiv hat dayîn. Fermandarê Parêzvanên Şoreşê yê Îranê ragihand ku wî fermana “lê bidin” daye.

Piştî bêdengiya demekê li tengava Hurmuzê, careke din peyamên dijberiyê tên dayîn.

Di her kêliyê de dibe şerek li herêmê rûbide.

Beriya hefteyekê 11 keştiyên lez yên girêdayî Artêşa Parêzvanên Şoreşê yên Îranê li Kendava Besra bi awayekî metirsîdar nêzî 6 keştiyên DYA bûbûn.

Di daxuyniyên hatin dayîn de tê gotin, piştî saetan keştiyên lez yên Îranê bersiv da û ji herêmê dur ket.

 

Trump: Min biryara lêdanê da

Serokê DYA Donal Turmp jî derbarê mijarê de, li ser twittera xwe peyamek weşand û wiha got:

Li hemberî tacîzkirina keştiyên DYA ji aliyê Îranê ve, min fermana tinekirina hemû keştiyên şer yên Îranê da.

Wezareta Parastina Îran: Bberpirsê aloziyan Amarîka ye

Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Hatemî jî sedemê krîza li Besrayê Amarîka destnîşan kir û wiha got:

Berpirsê sereke yê nearamiya li Besra, hêza ku ji aliyê din yê cihanê hatî û li sînorên Îranê bicih bûyî û gotinên bê bingeh dike Amerîka ye.

Îranê li dijî keştiyên Amarîka fermana “Lê bidin” da

Piştî van peyam û gefan, Fermandarê Giştî yê Parêzvanên Şoreşê General Huseyîn Selamî bi daxuyaniyekê ferman da hêzên leşkerî ku di her rewşeke êrîşê ya Amerîka li dijî hêzên wan de bersiv bidin.

Huseyîn Selamî îşaret bi gefên Amarîka yên li ser Îranê kir wiha got:

Îran di aliyê ezmanî, bejahî û deryayî de, bihêz û cidî ye.

Bila bizanin ku li dijî her êrîşeke ku gefê li ewlekariya me dixwe emê bersiv bidin.

Selamî bersivên berê yên Îranê dayîn Amerîka bibîrxist û ev tişt anî ziman:

DYA bersivên me yên di demên derbasbûyî de ji xwere kir tecrubeyek baş.

Ev tecrube, wê ji bo wan bitêrê bike.

Fermandarê Giştî yê Parêzvanên Şoreşê ku li navendeke leşkerî ya li tengava Hurmuzê bi van gotinan, bersiva gefên Serokê DYA Donald Trump dan:

Ji bo parastina gelên Îranê, di aliyê bejahî, deryayî û hewayî de, em di nava hewildanên bihêzkirinê de ne.

Li dijî her gefeke li ser welêt, me hêza xwe pêş xist.

Huseyîn Selamî diyar kir ku li dijî her êrîşeke Amerîka ya li ser hêzên wan, wî fermana ‘Lê Bidin” daye.

Selamî kiriyarên Amerîka yên li tengavê, bi amatorî binav kir.

Back to top button