li Îran û rojhilatê Kurdistanê dîsa bi dehan qurbanî li bîlançoya vîrûsê zêde bûn, di 24 saetên dawî de 90 kesên din mirin.
Li Îranî jî hîna vîrûs nehatiye kontorlkirin û roj derbas nabe ku bi dehan kes jiyana xwe ji dest nadin.
Li gorî agahiyên fermî yên rejîma Îranê di nava 24 saetan de 30 kes bi vîrûsê ketin û 90 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Li Îranê heta niha bi giştî 87 hezar û 26 kes bi vîrûsê ketine û 5 hezar û 481 kes jî mirine.
Her wiha 65 hezar nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 105 kesan xerab e.