Serokê Dayireya Rêbertiya Exlaqî ya artêşa Niştîmanî Lîbî diyar kir ku 15 çeteyên Tirkiyê li Trablusê hatin girtin. Her wiha hemaan artêşê ragihand ku Tikiyê îdîayan belav dike ku artêşa Niştimanî li eniyên Selah El-Dîn gaza kîmawî bi kar tîne.
Serokê Dayireya Rêbertiya Exlaqî ya artêşa Niştîmanî Xalid El Mahcûb diyar kir ku 15 çeteyên Tirkiyê li Trablusê hatin girtin
Mahcûp diyar kir ku çeteyên Tirkiyê gelek sivîl revandiye.
Mahcûp diyar kir ku di şer de yek ji rêveberê koma Siltan, Abdulraûf El Sarî hatiye kuştin û 15 çete jî hatine girtin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî 20’ê Nîsanê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku li Lîbyayê heta niha 199 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Artêşa Niştimanî: Tirkiyê propogendaya bikaranîna gaza kîmyawî dike
Her wiha Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku Tikiyê îdîayan belav dike ku artêşa Niştimanî li eniyên Selah El-Dîn gaza kîmawî bi kar tîne.
Lê piştî armanca van îdîayan hate şopandin derket ku komên çete dixwazin raya giştî îqna bikin da ku hêzên asmanî yên Tirkiyê destwerdanê bikin û gazên kujer ji bo hedefgirtina nuqteyên artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi kar bînin.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê di daxuyaniyê de bang li kesên têkiliya wan bi kirîza Lîbyayê heye kir ku piştgiriya Lîbyayê bikin.