Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, rûspiyê eşîra Inêzan û 4 sivîl li herêma Girê Spî, revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyare. Meclisa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku civaka navneteweyî ji revandina Şêxê Înêzan berpirs e.
Li Girê Spî ya dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rûspiyê eşîra Inêzan şêx Ehmed li gundê Mişêrfê girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Şêxê Ehmed, keyasetekî sereke ya eşîrên Ereban li Sûriyê tê naskirin û ji girîngtirîn şêxên êla Înêzan ne.
Tevî girtina şêx Ehmed jî, çeteyan 4 sivîl ji gundê El-Şikriyê yê Serê Kaniyê revandin û çarenûsa van jî ne diyar e.
Li Serê Kaniyê jî, çeteyan bistanek desteser kir û 3 ciwanên tê de kar dikirin jî, revandin.
Çeteyan ev ciwan êşkence kirin û piştî dayîna pereyan ew berdan.
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ew bistan niha bûye girtîgeheke çeteyan.
Meclisa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku civaka navneteweyî ji revandina Şêxê Înêzan berpirs e.
Meclisa Sivîl a Reqayê derbarê revandina Şêx Înêzan de daxuyaniyek da.
Meclisê diyar kir ku dadgehên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, NY ji revandina Şêxê Înêzan berpirs e.
Meclisa Sivîl a Reqayê bang li hemû aliyên navneteweyî kir ku dagirkeriya dewleta Tirk bidawî bikin.