Artêşa Lîbî êrîşeke çeteyan têk bir û 6 çete kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku “6 çeteyên dewleta Tirk di ecmana têkbirina êrîşeke wan li ser kampeke leşkerî hatin kuştin”. NY jî metirsiya xwe ji herikîna van çeteyan anî ziman û diyar kir ku “wan çekên nû jî ku derbasî Lîbyayê bûne, belge kirine”. Weke çareserî jî, Fermandarê Artêşa Niştimanî Hefter û parlamena Lîbî bang li gel kir ku “ji bo bijartina rêveberekî welêt, dest bi hilbijartinan bikin”. 

Li ser erdê, Artêşa Niştimanî bi pêş dikeve û di saetên dawî de xistina gelek dronên Tirkî ragihand..

Çavkaniyeke leşkerî ya Artêşa Niştimanî diyar kir ku “duh çeteyên dewleta Tirk hewl dan ber bi kampa leşkerî ya el-Niqêla ve biçin, lê Artêşê ev yek têk bir û di encamê de, 6 çete hatin kuştin”.

NY: Hîna balafirên çek û çeteyan tên Lîbyayê

Ji ber van êrîşan, Şandeya NY a li Lîbyayê nîgeraniya xwe ji herikîna çek û çeteyan û dorpêça li ser sivîlan li Terhûnayê anî ziman.

Şandeyê da zanîn ku “cîhan tevde tevgera balafirên xwe rawestandine, lê hîna jî balafirên çekan digihên Lîbyayê”.

Şandeyê teqez kir ku “NY binpêkirinan tomar dike û herî dawî çekên nû yên li dijî mertalan têne bikaranîn belge kirine”.

Şandeya NY bal kişand ser tawanên çeteyan li Serman û Sebratayê jî, ku malan dişewitînin û girtiyên tawanî û qaçaxên mirovan serberst berdidin.

Hefter, banga bijartina birêveberekî welat li gelê Lîbî kir

Ji bo êrîşên dewleta Tirk li ser taxên Qesir Bin Xişêr jî, Wezareta Derve ya hikumeta Lîbî bang li NY û civaka navdewletî kir ku “berpirsyartiya tawanên hikumeta Wîfaqê ya ne destûrî hilînin û tawanbaran ceza bikin”.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Artêşa Lîbî Xelîfe Hefter hikumeta Serac bi sûcên li Lîbyayê tawanbar kir..

Hefter bang li gel kir ku “derkevin û lihevkirina siyasî bixînin û aliyekî ji bo birêvebirina welêt bibjêrin”.

Duh Parlamena Lîbî jî, di heman çarçoveyê de, nexşerêyek bo çareseriyê ragihand.. ku hersê herêmên Lîbyayê nûnerê xwe bo Meclisa Serokatiyê diyar bikin û hilbijartin bi serperiştiya NY pêk werin.

Back to top button