41 rêxistinan banga serbestberdana 90 girtiyên Sûrî yên li Tirkiyê kirin

41 rêxistinên hiqûqî, mirovî û sivîl ên Sûriyê bang li NY kir ku “girtiyên Sûrî yên di girtîgehên Tirkiyê de ne, werin berdan”. Rêxstinan diyar kir ku, “eger girtiyan sûc kiribin jî, dadgehên Sûriyê xwedî biryar e, ne Tirkiyê, ji ber ew dewleteke dagirker e”.

Bi êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an re, dewleta Tirk a dagirker li Serê Kaniyê û Girê Spî 90 sivîlên Kurd û Ereb girtin.

Ev girtî demekê di girtîgehên çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî de man..

Li gorî agahiyên piştrastkirî, li dijî wan girtiyan nêzîkatiyên nebaş hatine kirin û ji bo Tirkiyê hatin veguhestin.

Girtî birin girtîgeha Hilwan a li parêzgeha Orfa ya Tirkiyê, piştre ji bo dadgeha cezayan a Agirî, hatin şandin.

Ji ber belavbûna vîrûsa Corona li Tirkiyê, derketina girtiyan li pêşberî dadgehê hate bipaşxistin, ku diviyabû di destpêka meha Nîsanê de ev yek pêk hatiba.

Ji bo serbestberdana van girtiyan, 41 rêxisitinên hiqûqî, mirovî û sivîl ên Sûriyê nameyeke hevpar ji NY û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan re şand.

41 rêxisitinan, di nameya xwe de diyar kir ku “derxistina van kesan ji Tirkiyê re, da ku li gorî qanûnên wê werin cezakirin, li dijî qanûn û pîvanên navdewletî ye”.

Rêxistinan destanîşan kir ku eger girtiyan sûc kiribin jî, dadgehên Sûriyê xwedî biryar in, ne Tirkiyê, ji ber ew dewleteke dagirker e û ev bang kirin:

Zext li hikumeta Tirk were kirin da cezayên giran ên li dijî girtiyan, bisekinîne.

Destûr ji komîte û rêxistinên navdewletî yên serbixwe bê dayîn, da xwe bighînin girtiyan.

Ji bo malbat û xizmên girtiyan peywendiyan bi wan re bikin, divê destûr bê dayîn.

Divê girtî werin berdan û vegerin Sûriyê.

Rêxistinan di dawiya nameyê de, navê 70 girtiyî û agahiyên der barê wan de belge kirin.

Back to top button