Piştî rojiya mirinê ya 297 rojan, “Mustafa Koçak” jiyana xwe ji dest da!

Dema ku girtîgeh û zext tên gotin, yekser Tirkiye tê bîra mirov. Ji ber Tirkiye di mijara zextên li ser wan, bi taybet girtiyên Kurd, bi nav û deng e. Li dijî van zextan, her çi qas nerazîbûn û bertekên girtiyan hebin jî, dîsa AKP’ê li beramber bertekên girtiyan bêdeng e û di zextên xwe de jî isras dike. Herî dawî li dijî van zextan, Mustafa Koçak ku 297 roj bûn di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da.

Tirkiye, ji berê ve, di mijara zext û binpêkirinên li ser girtiyan, nexasim girtiyên Kurd, naskirî ye.

Di girtîgehan de, hemû kirinên li dijî mafê mirovan pêk tên.

Ji êşkence, tecrîdkirin û darzandina neadil û hwd..

Li dijî van zextan, her çi qas girtî nerazî bin jî, hikumet zextên xwe kêm nake û guh nade daxwazên wan.

Ji lew re, ji ber ev daxwaz nayên guhdarîkirina, digihêje asta ku girtî dawî li jiyana xwe bînin.

Lê dîsa jî li beramberî vê yekê, saziyên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan xwe bêdeng dikin.

Ji ber heman sedemê, gelek kes weke bertek dest bi rojiya mirinê jî dikin.

Herî dawî girtî Mustafa Koçak ê 297 roj in ji bo mafê darizandina bi edalet di rojiya mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da.

Ev agahî jî ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Gel, bi twîttekê hat piştraskirin.

Buroyê ragihand, ku ji bo darizandina bi edalet, Koçak ketibû rojiya mirinê û di hucreyê de bedena wî hiliya.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Zanibin ku dewletê ji bo li şahidekî li dadgehê guhdarî neke, kuştin. Em li ber bîranîna wî bi hurmetî bejna xwe ditewînin.”

Beriya niha jî, Hêlîn Bolek di 3 Nîsana 2020an de piştî rojiya 288 rojan, jiyana xwe ji dest dabû.

Jixwe biyara qanûna Înfazê ya herî dawî jî, asta neheqî û binpêkirinên li dijî girtiyan nexasim ên Kurd, ji her kesî re diyar bû.

Back to top button