TEV DEM: Hikumeta Şamê demografiya Til Eran û Til Hasilê diguherîne

Ne tenê dewleta Tirk a dagirker, belê hikumeta Şamê jî li dijî Kurdan polîtîkayên guhertina demografîk dimeşîne. Ji bo vê jî TEV-DEM’ê bi daxuyaniyeke diyar kir ku “hikumeta Şamê bi rêya veguhestina Qereçiyan ber bi bajarokê Til Eran û Til Hasilê ve, dixwaze guhertineke demografîk pêk bîne. TEV-DEM’ê ev rewş şermezar kir û hikumeta şamê bi meşandina heman rêbazê dewleta Tirk tawanbar kir.

Hikumeta Şamê bajarokê Til Eran û Til Hasil ku 125 hezar Kurd lê hene, kirine navendên çavdêriya tendurstiyê.

TEV-DEMê ev kirin şermezar kir, ku Hikumeta Şamê ji bo şêniyên Til Eran û Til Hasil bide koçberkirin, wan li hemberî êrîşên çeteyan bê parastin hiştin û di encamê de gelek kes hatin kuştin û revandin.

Niha, kesên mane jî, bi bihaneya Coronayê, dixwazin demografiya herêmê biguherînin û li şûna wan Qereçiyan bi cih bikin.

TEV-DEM’ê diyar kir ku “tevî cihên Qereçiyên li bejahiyên li naverasta Sûriyê ne jî, hikumeta Şamê wan bi zanabûn aniye û di bin navê çavderiya tenduristî de, li navçeyên Kurdan bi cih kirine”.

TEV DEM: Şam bi artêşa Tirk, guhertina demogrfîk dide meşandin

TEV-DEM’ê hikumeta Şamê bi heman kirinên dewleta Tirk ên li Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê tawanbar kir ku îroroj heman tiştî li Til Eran û Til Hasilê dubare dike û ew vê yekê qebûl nakin.

TEV-DEMê got:

Mirov dikare bibêje, êdî rejîm bi artêşa Tirk, pêvajoya guhertina demografîk dide meşandin.”

TEV DEM: Divê rêxistinên “NY” li hemberî van polîtîkayan xwedî helwest bin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê bang li rêxistinên civaka sivîl û yên NY kir ku “zextê li rejîma Sûrî bikin da navendên çavderiya tenduristiyê ji Til Eran û Til Hasilê rakin”.

Back to top button