Libnanê banga naskirina vê qirkirinê li Tirkiyê kir

Li dijî vê kumkujiyê, Libnanî û serokê wan Mîşîl Ewn jî bertek nîşan dan û bang li Tikriyê kirin ku vê komkujiyê nas bike.

Libnanî û serokê wan salvegera 105. a komkujiya Ermenan bi bîr anî û ji Tirkiyê daxwaz kirin ku li qirkirina Ermenan mukur were.

Serokê Libnanê Mîşêl Ewn li ser hesabê xwe yê twîtterê anî ziman ku “ev komkujiya der heqê gelê Ermen de pêk hatiye, wê her deqeke reş di dîroka mirovahiyê de bimîne.”

Her wiha serokê Partiya Hêzên Libnanî Semîr Ce’ce’ jî li ser heman buyerê diyar kir ku “doza Ermenî wê bimîne mûmeke pêketî ku her kes dikare sûdê jê werbigire.”

Her wiha gelek parlamenterên mîna Ziyad Hewat, Alîksander Matusyan û Suzî Amûr jî ev komkujî bi tundî şermezar kir.

Back to top button