YE: Biryara Israîlê, qanûna navdewletî binpê dike

Israîlê, biryara tevlîbûna beşên Difa Xerbiyê ya Filestînê da, YE jî li dijî vê biryarê derket û ew weke binpêkirina qanûna navdewletî bi nav kir. 

Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell, diyar kir ku “ew serweriya Israîlê li ser Difa Xeribî, qebûl nakin”.

Tîrmeha 2019’an, serokwezîrê Israîlê Binyamin Netanyahu û rêveverê paratiya Şîn-Spî Benny Gantz, biryara tevlîbûnê dabûn.

Li gorî projeya tevîbûnê ya Netanyahu, wê Newala Urdinê, Bakurê Deryaya Mirî û Difa Xerbî ya Filistînê bigire nava erdê xwe.

Amerîka jî piştgirî da Israîlê.. Lê helbet Filistîn li dijî vê yekê derket û teqez kir “ew ê ji bo vê biryarê bêdeng nemînin”.

Back to top button