Li Tirkiyê jimara kesên bi vîrûsê ketin, 100 hezar derbas kir

Di mijara Corona de, Tirkiye bi taybet bi rewşeke xerab re rû bi rû ye. Bi taybet piştî ku Tirkiye di jimara pêketiyan de, Çîn û Îran derbas kirin .Êdî jimara pêketiyên Tirkiyê 100 hezar jî derbas kir. 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku di 24 saetên dawî de 115 kesên din ji ber vîrûsa Corona jiyana xwe ji dest da û 3 hezar û 116 kes jî nû pê ketin.

Li Tikriyê û Bakurê Kurdistanê heta niha ji ber xemsaiya hikumetê û negirtina tedbîrên pêwîst,
2 hezar û 491 kesan jiyana xwe ji dest daye û 101 hezar û 790 kes jî pê ketine.

Jimara kesên ji vîrûsê baş bûn jî heta niha 18 hezar û 491e.

Her çiqas nederketina derve were ragihandin jî lê ev nederketin kêm dimîne, ji ber ne li hemû bajarên tê ragihandin, û li bajarên were ragihandin jî ne bi temamî ye.

Back to top button