Di çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Gever û Şirnexê de 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Rizgar Gever de gerîlayan 22’yê Nîsanê li herêma Cudî ya Şirnexê çalakiyek pêk anîn û leşkerek hat kuştin.
23’ê Nîsanê jî li Gevera Colemêrgê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan, li Girê Şehîd Derman ketin kozikên dijmin û li vir jî 3 leşker hatin kuştin.
Her wiha çekên dagirkeran jî ketin destê gerîlayan.
HPG’ê diyar kir ku yekîneya wan yên ku çalakî kirin bi silametî vegeriyan baregehên xwe.