RJAK: Ji bo pêşî li şerê navxweyî were girtin, em platforma jinan ava bikin

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK ji bo pêşîlêgirtina li ber şerê birakujiyê daxwaza avakirina platformeke jinan kir. RJAK’ê teqez kir ku êdî gelê başûrê Kurdistanê şerê birakujiyê naxwaze. Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê jî banga hişyariya li ber fitneyên dewleta Tirkiyê kir.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK derbarê rewşa li Zînî Wertê de daxuyaniyek da.

Rêxistinê diyar kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşên li ser Mexmûrê û zêdekirina PDK’ê hêzên xwe li Zînî Wertê, destpêkirina şerekî dijwar û dagirkirina hemû başûrê Kurdistanê ye.

RJAK’ê bîr xist ku ev rewş ji bo hemû Kurdan xeter e û teqez kir ku bêdengî tê wateya erêkirina dagirkeriyê ye.

RJAK’ê her wiha dest nîşan kir ku hemû şerên navxweyî yên berê rûdane jî bêyî îradeya aliyek Kurdî bûye û diyar kir ku gelê başûrê Kurdistanê êdî şerê birakujî naxwaze.

RJAK’ê bang li hemû jinên li nava rêxistin û partiyên siyasî, parlamenter û endamên jin ên di nava hikumetê, rewşenbîr û çalakvanan kir ku platformeke jinan ava bikin û bi çalakiyên demokratîk rê li ber şerê navxweyî bigrin.

‘ Bila hemû alî xwedî helwest bin û ji fitneya tirkiyê re şiyar bin’

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê jî bang li tevahî rêxistin û partiyên siyasî kir ku helwesta xwe derbarê nakokiyên li herêma Zînî Wertê eşkere bikin û ji fîtneya Tirkiyê şiyar bin.

Back to top button