Raperîn Hesen: Li gor tedbîran, em gelê xwe diparêzin

Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya herêma Cizîrê Raperîn Hesen, diyar kir ku Desteya tenduristiyê di nava maseya aloziyê de cih digire, heta niha xebateke baş û serkeftî hat meşandin.
Raperîn Hesen, got: Li gor tedbîrên me girtine, me gel parast. Lê bila gel jî bi me re bibe alîkar.

Vîrûsa Corona jiyana mirovan tev xistiye metirsiyê.

Heta niha bi deh-hezaran kes bûne qurbanê vîrûsê û mirin e.

Ji bo ku ev nexweşî li herêmê dernekeve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên girîng girtin.

Jê navendên çavdêriya tendirustî, nexweşxane û ekîbên tenduristiyê amade kirin.

Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Cizîrê Raperîn Hesen, têkildarî xebatên desteyê yên li dijî Vîrusa coronayê nirxandin kir.

Dr. Raperîn Hesen bal kişand ser amadekariyên ku ji bo rê li ber belavbûna vîrûsê bigirin kir û diyar kir ku navendên rewşên lezgîn yên pêşwaziya nexweşên vîrûsê, navendên çavdêriyê hatin vekirin û ekîbên tenduristî jî hatin perwerde kirin.

Dr. Raperîn Hesen hewldana rêjîma Sûrî ya derbaskirina vîrûsa Coronayê bi bîr xist û diyar kir ku ev kirin metirsiyê li ser jiyana mirovan çêdike, rêjîma Sûriyê vê rewşa xeter paşguh dike.

Dr. Raperîn diyar kir ku kesên bi gumana vê nexweşiyê taybet rêwiyên ji Şamê di navendên çavdêriyê de tên hiştin.

Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Cizîrê Raperîn Hesen, bang li tevahî gel kir ku xwe biparêzin û bi me re bibin alîkar.

Back to top button